a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Serê Kaniyê

va ye rihê min ji xwe re bibe bike bask kevok bike dar bîhok bike xalxalok bike finda xwe, lê êşa min nebe lê êşa min nebe hey ferhenga girînê hey asoya firînê hey dîlana egîdan hey cezbeya mirîdan hey dimdima minê serêkaniyê va ye dilê min ji xwe re bibe bike narincok bike bablîsok bike şevçîrok bike doh, bike îro û bike sibe hey destana jînê hey taca bêriyê hey ximava birînê hey xwîna serêkaniyê va ye destên min ji xwe re bibe bike çeper û tiving bike sîtava ferhad bike hawar û feryad û bike stûn û gizing bike darbest bike helbest û bi mirina min şa bibe hey gulistana janê hey serkêşa gaziyê hey daristana danê hey ava serêkaniyê va ye çavên min ji xwe re bibe bike şevçira bike berbang bike dergûşa pêxembera bike hêlîna azadiyê bike rojçêbûn û wek sorgulan vebe hey sertaca zemanan hey qiblenameya ciwanan hey sirûda mizgîniyê hey keça minê serêkaniyê

Bêjebêje © 2015-2024