a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Zarokeke Şengalê

Zarokeke Şengalê Çavê wî mişt giriyane Sura şêx Adî Şengal Pê hev tê û çar ferman e Bi hezaran tên kuştin Warê derd û xeman e Mezhebê Şerfedîn e Qûpên qelenderan e Çendî me jê dûr bikin Şengal her Êzdîxan e Qîr û êşa zarokan Digihe ber perê ziman Kom û kome li we rabûn Hawar Fexrê Yadiyan Dengê canfedayên we Bûye hezarê salan Bûye hezarê salan Nalîna zar derdê bên Ji wan def û şebakan Li ber dengê hawarê Sergêj bûye ev çiya Evan hov û qatilan Bilind kirin ferman e Xwînxwarn bawer dikin Çûna Şengal seyran e Nizanin Şengala min Tev lawij û destan e Mêr û mêrxas û egîd Wan herdu Qasiman e Çendî me jê dûr bikin Şengal her Êzdîxan e He..he..he..hey

Bêjebêje © 2015-2024