a photo of Nizamettîn Arîç

Nizamettîn Arîç

Zembilfiroş

(Nîşe: Nizamettîn Ariç bi Bijen Kamkar, Kanî û Adnan Karîm re distrê.) Ey dil were dîsan bicoş Carek ji caran mey binûş Bikin qiseta Zembîlfiroş Da seh bikin hikayetê Zembîlfiroş lawkê rewal bû Bi kilfet û ehl û eyal bû Husnekî Usiv Lili bal bû Heq rizakê Qismatê Qewîn ew lawê fakîr bû Daymê Xwedê Debîr bû Pêşê xwedê Jêr bû Ew bi dest hebû sene’etê şixulê wî selik û tebeq bû Qîmata selkan ereq bû Dayîma ew rast heq bû Pê debirî kilfetê Ew bi dest zembîl bi dest Dibirê bazarê bi qesd Xwarin nan dihat bi dest Razi dibû qismetê Her dema selkan ku tîne Xatûnek Jorda Dibîne Bi dil û can dihebîne Dil kete pêla muhbetê Muhbetê keç mubtela kir Sir ji carîya Eşkera kir Lawukî qalbim cuda kir Min ji aşqa xew ne tê Law rast bû bi xwedê ra Pir ji wê qenca dikêra Go min ji te navê tu zêra Tu min xilaskî ji zahmetê Xatûn dibê ev xeber tunîne şerm meke, were nav nivîne Min bi te day evîne Da em bibînin heşmetê Law dibê tirsim ji xebere Dev hereme, têne riyare Agirek bi wanda dibare Narî cama şerbetê Xatûn dibê tu lawê beyanî Lew dibêm da tu bizanî Min tu ji bo dilê xwe anî Da em bikin misilhetê Law bi xatûne ra debetê Tu mixazîya dil devete Dayn ji heq nekin vehetê Rû spiyin di axretê Xatûn dibêje bavêje xeyalan Were ser doşek û palan Bihn ke zulf û xalan Law dibe zilfê herîr e Pîroz be lawê mîre çihede lawê feqîre Tev bide vê misilhetê Xatûn dibê lawê verêvan Were nav reyhan û sêvan Tu şekir bimêj bi herdu lêvan şibhê cama şerbetê Law bidê tu qenca temamî Her wekî şekir di camê Bi ser û peyan tu li min heramî Tirsim ji roja axretê Tirsim ji roja axretê Were nav reyhan û sêvan Tu şekir bimêj bi herdu lêvan Helbest: Mele Husênê Batêyî

Bêjebêje © 2015-2024