Nûarîn
Dayê
Min dixwest îşev bibim
Mêhvanê xewna te yê şêrîn birînên dilên te
Zarotiya xwe bixemilînim dayê
Bêkesiya te kenê zarotiya dayê
Şah bikim dayê
Ber agirê çiya kî me
Nav xewnê azadiyê de me
Hesreta te şîn bû dayê
Di nav pêtê şoreşê de
Dayê cana min dayê
Jana emrê min dayê
Deriyê dilê xwe veke
Îşev mêhvanim dayê
Lorî lorî ji min re bêje dayê
Dergûşa min bihejîne dayê
Porê min dilê min mist bide
Hembêz bike delalê xwe dayê
Gotin û Muzîk: Gerîla Argeş