the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nûarîn

Gerîla

Di nav dengê çek û bomban de Her tim bi govend û dîlan e Ji bo azadiya gelê xwe Şev û rojan li ser pîya ne Gerîla xemla çiya Gerîla hêviya jiyan Gerîla eşqa dila Gerîla. Mirin bo wan qada jiyanê Şervanên çiyayên Kurdistanê Ew sonda Xeyrî û Kemal in Ser şopa Egîd û Zîlan in Gerîla taca çiya Gerîla armanca jiyan Gerîla sebra dila Gerîla. Dilê wan Çiyayê Sîpan e Çêdikin dîrokê jiyanê Ji bo aşitî canfeda ne Piling in ew şêrê çiya ne Gerîla bazê çiya Gerîla çanda jiyan Gerîla hestê dila Gerîla.

Bêjebêje © 2015-2024