the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nûarîn

Jin Jiyane

Jin jiyan ava kiriye Bi ked û xebatê xwe Dayîka mirovatî ye Pêşenga civakê ye Welatê xwe zimanê xwe Diparêze çanda xwe Jin jiyan e Jin berxwedan e jin ronahiya civakê Jin serhildan e Hember zilm û zordarî Herdem tekoşîn dide Bi hêvî û bawerî Jiyanê hembêz dike Serokê xwe şervanê xwe Diparêze doza xwe (Dîsgotin) Bi fikir û ramanê xwe Wateya jiyanê ye Bê azadiya jinê Civak qet azad nabe netewa xwe dîroka xwe Diparêze ala xwe (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024