the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nûarîn

Tolhildan

Li ser van axên pîroz Şîn bûn tovên dîrokê Bêhna keda dayikan Bilin dibin ji vê xakê Stran û helbestên me Jîna me talan kirin Bi çîrokên derewîn Heqîqet qetil kirin Zarokên Zerdeştê Kal Rabûn ji bo tolhildanê Çiya kirin evîngeh Her der kirin agirgeh Keç û xortên me yê ciwan Wek Kemal, Mazlum Doğan Generalên bi dest kevir Bûn çalakvanên qadan Serhildan û berxwedan Bûye çanda gelê me Eylem û Müslüm Doğan Mustafa Malçok, Ceylan Sonda tolhildana me Gotin û Muzîk: Gerîla Argeş û Hêvî

Bêjebêje © 2015-2024