Nûarîn
Xerîbî
By: Ciwan
Berêm kete xerîbiyê dil birîndarim
Min rêka xwe wenda kiriye ez kuda herim
Çare tune ji derdê min ez neçar im
Rojê hezar carî dimrim her dinalim
Xerîbî zor e dayê xerîbî zor e
Mirov ji hezkirinê xwe dûr e
Mirov ji dost û hevalên xwe dûr e
Ne şev şev e, ne roj roj e, wext derbas nabe
Penaberim ez penaber bê cîh û warim
Bihara min bû zivistan bê dost û yarim
Halê min ne tu hal e nikarim werim
(Dîsgotin)