the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Nûdem

Hey Li Min Talan e

Heyla li min tixûbê deştika zozan giver û şkêr e Ax belek bilind in diçin ber erşê Xudê re Kaxezik ji Mekeh û Medîna mibarik hatibû mirina min evdala Xudê vê re Ez nakevim ber mirina xwe evdalê Xudê Ez nizanim piştî min bejinka bilind çavê reş û belekê bimîni ji kê re Hey mi talan e Heylê mino Girikê Nîskîn bilind e l'mi çû banî Ax xemlik û rewşa xwe girê da Xwîsarê berfê şaşikik spî serê xwe weranîbî Kurik dibê keçikê hey mala te xira be Çavê te ji xwe reş û belek in çi hewceyê kilê siphanî Ez ê Herekola Mîra ketim heta nîvî Ax li min xweş tê dengê şahlûl û bilbila Na Wile qebqeba kewên kûvî De bila ez bibiyam qevdikik sosin û beybîn Ez biketiyam şona guharê zîvîn Hey min talano Hey lê mino

Bêjebêje © 2015-2024