the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Onur Evîn

Berxwedana Zîndana

Berxwedana zindana Ronahî dide her deran Hêz û coşa hevalan Dimeşe bi milyona Êdî bes e bindestî Dixwazin em azadî Ma ne bes e koletî Îxanet û bêbextî Rê hevalên Nazlum Kemal, Xeyrî, Egîdan Dest pê kir li zindana Meşiyan bi milyona Zor û zilma neyaran Ber xwe didan bi hevra Bûn ronahî li her deran Wek bahozan ser çiyan Daweta azadiyê Dest pê kir li Kurdistanê Keç û xortê me li ku ne Bigirine dîlanê Ala rengîn bilind kin Kesk û sor zer xemlînin Em ê welat azad kin Axa xwe hemî cîhan Ala rengîn bilind kin Kesk û sor zer xemlînin Em ê welat rizgar kin Axa xwe hemî cîhan Em ê welat azad kin Axa xwe hemî cîhan Gotin û Muzîk: Onur Evîn

Bêjebêje © 2015-2024