Ordîyê Kotê
Sinekê
SÎNEKÊ
De lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Dînê me li hafê Sînekê, ha Sînekê
Me li hafê Sînekê, ha Sînekê
De tu rabe vê sibê qolî zêra bide ber belekê
Wey lê, wey lê, wey lê, wey lê
Torinê wez ê terka çev û biriyê te yê belek nadim
Heya ser ruhê min peya nebe qasidê vê felekê
Li min, li min, li min, li min, li min
De lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Dînê de tu rabe min li ber kanîyê parke
De tu rabe sî u sê guliya ser eniya gewer da sî û sê war ke
Li min, li min, li min, li min, li min
Sî û sê guliya ser eniya gewer da sî û sê war ke
Wez ê kerba te birîndar im
Birîna dilê min birîna heft salan e
De tu qasekê kêleka min rûnê
Birîna min evdalê Xwedê
Bi hêsira çevê xwe derman ke
Li min, li min, li min, li min, li min