the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Orkestra Heskîf

Kobanî

Di vê tariya kor û reş de Ji goristana sar û bêdeng Ez bang dikim navê mırovahi Şiyar be Ez kala berxwedanê me Ez kalek im ji dinyayê me Ez nasek im ji jiyanê me Kobanê me Hey li min Dilê min liyanek di rê de Kobanê xemla xwe girêde Bejin bi kiras û xeftane Arîn şehr û qesra wan e Li kobanê şer û ceng e Şer û cenge Berxwedane Şerê hebûne û nebûnê Tola Arîna û mîrxan e Kobanê Li Kobanê şer û cenge Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê. Dilê min Dilê min liyane waye Keç û xortan çek hildaye Li hemberî top û tifinga Sînga xwe ya sipî vedaye Dilê min Dilê min liyane waye De lêxin hevalno lêxin De lêxin De lêxin hevalno lêxin Poze tifingan li erdê xin Ser pişta hespê top bikin Pak bikin axa welête Zozan e Zozane û zîzane e Me bi tifingan berzane Kobane şer giran e Me sond xwarî bi şehîdan e Bernadinnn Bernadin axa waran e"

Bêjebêje © 2015-2024