the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Bi Ser Çiyan Ketim

Bi ser çiyan ketim ez, karê mine bez û rev Ax, çi nîne teda runim ne bi roj û ne bi şev, di hayê hayê Cîhê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor Lê îro dijmin tedaye ji minra dibê tu derkev Bûye sîh sale dinalim, birîndar û perîşan Hê jî birîne nuha, qemuşk girt û gîha hev Berî bibim birîndar, xwedi dost û mirov bûm Lê îro mame bi tenê, ez bê ziman û bê dev Zivistanê nikarim, bi dijminra bikim şer Pûk û berfê dagirtin, gelî derbend û bandev Vaye newroze bi xêr tê, xwe kar bikin jo bo şer Êrîş bikin neyaran, wekê mêran hemî tev Helbest : Cîgerxwîn Muzîk : Şêxo (Ji bo bîranîna Cîgerxwîn – 1985)

Bêjebêje © 2015-2024