the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Bilind e Bejn û Bala Te

Bilind e bejn û bala te Li ser taca te ezman e Nêrgizan reng sipî daye Li ser zozan û çiyan e Ferat û Dicle û Xabûr Di ser bejnê da berdane Ji xwîna min tu lêv sor î Ji bîna min gula sor î Evîna te kirim şeyda Birîndar û pêrişan im Ji van lêvên şirin maçek Ji derdê dil ra derman e Bi qurbana te bin cana Hezar mîr û beg û axana Ezim ku te ji destê wan Neyaran derxim mêranî Serî min daniye vê rê Dibêm bigême armancê Çeka min zor û zanîn e Bi bîr û bawêr û daxwaz Helbest: Cigerxwîn Muzîk: Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024