the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Dilê Bêmal

Dilo menal xweş bihar e Kulîlk dikin zare-zar e Dibên rabin temaşekin Welatê me birîndar e Dibêm rabin temaşekin Welatê min birindar e Dilê’m dîsa xeyidiye Derket çûye xerîbiyê Min bîra welatê xwe kir Dil şewiti wek xwelî ye Dilo bêmal bihar şîn e Ev dilê min kul-birîn e Carekî felekê pirskin Ji Kurda ra çi xayin e Herin wê felekê pirskin Ji Kurda ra çi xayin e Dilê’m dîsa xeyidiye Wekî berfê cemidiye Dost û heval wendakirin Pir şevitî wek xwelî ye Dilo menal xweş havîn e Kulilk dikin qîrqîrîn e Dibêm êdi j’xewnê rabin Ev dinyakê derewin e Dibêm j’xeva tarî rabin Ev dinyakê derewîn e Dilê’m dîsa xeyidiye Derket çûye xerîbiyê, bîranîna xelkê xwe kir Dil şewitî wek xwelî ye

Bêjebêje © 2015-2024