the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Dîroka Mirovan

Birano ev çi hal e ji we pirskim Xuşkino ev çi hal e ji we pirskim Mirov bûne cengewarê hevdu Mirov bûne hemû neyarê hevdu Kevr û zinaran bixun ji we tirsim Ba û bahoz direvin ji ber van Ba û bahoz direvin ji ber van Hevdî dikujin û hevdî dimijin Hevdî dikujin û hevdî dimijin Kedxwar in xwinrêj in tev mêr û jin Kedxwar in xwinrêjin tev mêr û jin Nizanim ji wera hin çi bêjim Axa reş fedî dike j’mirovan Axa reş fedî dike j’mirovan Mirov hene jiyanê şêndikin Mirov hene jiyanê şêndikin Hezar salan b’keda xwe çêkirin Hezar salan b’keda xwe çêdikin Vê cihanê bi zêr û zîv hêlin kirin Hêvi û evîna min li cem wan Hêvi û evîna min li cem wan Ez hozanekî bi derd û kul im Ez hozanekî bi derd û kul im Mirovên cîhan ra nû bangdikim Mirovên cîhan ra nû bangdikim Zarok û kulilkên tên xwe bîrnekin Berdin şer û fêsadî û derewan Berdin şer û fêsadî û derewan Helbest û Muzîk: Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024