the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Evînperwer im

Mebine pîr û kal im Şev û rojan dinalim Mebine pîr û kal im Şev û rojan dinalim Evîndarê cemal im Perwerdayê evîn im Perwerdayê evîn im Serbestî ye riya min Azadî hêviya min Serbesti ye riya min Azadî hêviya min Were bike bi ya min Rû geş bike bi bînê Rû geş bike bi bînê Ez dibêjim ji bo te Dilpaqij im ji bo te Ez dibêjim ji bo te Dilpaqij im ji bo te Dil dikujim ji bo te Hevalê-xemrevînê Hevalê-xemrevînê Eger divê ciwan bim Gernas û pehlewan bim Carek divê ciwan bim Gernas û pehlewan bim Ez şevgerê şevan bim Derman bike birîne Derman bike birîne Ez im Memê di zîndan Girêdayî bi bendan Ez im Memê di zîndan Girêdayî bi bendan Tu bigre mûm û findan Wer derxe min, tu Zînê! Wer derxe min, tu Zînê! Ez sond dixum b’serê te Bi wan sîng û berê te Ez sond dixum b’serê te Bi wan sîng û berê te Naçim ji ber derê te Çibkim malê cîhanê Helbest: Cîgerxwîn Muzîk: Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024