the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Ez Nizanim Çi Bêjim

Heval ez bilûrvan im Dengê saza hozan im Ji we ez dilgiran im Ez nizanim çi bêjim Ax hevalo çi bêjim Ez daxwaza Xanî me Rewşa neqşê Manî me Di ristê de kanî me Ez nizanim çi bêjim Ax delalo çi bêjim Sivik çû bihara min Ter bûn pelê dara min Dûr dûr diçî yara min Ez nizanim çi bêjim Ez ne xan im ne Xanî Ne Zerdeşt û ne Manî Li xwe kir bargiranî Ez nizanim çi bêjim Ji bo we ez wê sazê Xweş lê didim bi gazê Bi daxwaz û niyazê Ez nizanim çi bêjim Di rostê de çi merd im Dil bi kul û bi derd im Xwîna şehîdê Kurd im Ez nizanim çi bêjim Arê dilê Cizîrî Tava tora Herîrî Ez nûjenim bi pîrî Ez nizanim çi bêjim Nakin dengê saza min Guh nadin awaza min Yan nizanin raza min Ez nizanim çi bêjim Ez dengê wan hezaran Ketim şax û zinaran Ez ew binê sêdaran Ez nizanim çi bêjim Keko ez Cegerxwîn im Dil bi kul û birîn im Van ayetan dixwînim Ez nizanim çi bêjim Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024