the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Hawar Hawar

Hawar hawar, hawar hawar Van dijminan qada me xwar Talan birin, wan dexl û pêz Çeper çirandin ketne rez Dijmin bi zor û serbilind Ji ber me girtin şar û gund Hawar hawar, hawar hawar Van çûçikan genmê me xwar Em tevde rabin, mil bi mil Êriş bikin dijmin ji dil Destan bi paki bidne hev Welat bihêlin bo xwe tev Hawar hawar hawar hawar Wan qimbilan canê me xwar Wan çûçikan dexlê me xwar SEYDA CÎGER tev buye XWÎN Disa li min derbûn birin Bişkî timî sermayedar Dilxweş bijîn em peyadar Helbest : Cîgerxwîn Muzîk: Şêxo (Hawar hawar – 1979)

Bêjebêje © 2015-2024