the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Keko Ziman Dirêj im

Keko ziman dirêj im Mexeyde ez çi bêjim Ez xêrxwaz û dîlovan Bê toz û bê qirêjim oy oy Ziman ê min û teye Nisk û genim û ceye Gelek zîwan têde ye Niha jêre werbêjim oy oy Genim hemî zîwane Bê rûmet û erzane Bi ser hevda berdane Lê ez jêre girbêjim oy oy Zimanekî kevnar e Çend sale ko beyar e Di bin lingê neyare Bi ser we de navêjim Ez ne şêxim ne mewla Li kes nakim teşqela Ji ber wan derd û kula Bê roji û nimêjim yo oy Tim dixwazim azadi Divêm xweşî û şadî Bê zor kesek heq nadî Ne zordest û xwînrêjim oy oy Helbest : Cîgerxwîn Muzîk : Şêxo (Prangalar – 1994)

Bêjebêje © 2015-2024