the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Kî Zava

Kî zava ! kî zava ! kekê'm zava hêy hêy Birê'm zava loy loy hevalê'm zava hêy hêy Kê bûk e ! kê bûk e ! xûşka'm bûk e hêy hêy Delala'm bûk e loy loy hevala'm bûk e hêy hêy Kirasê zavê teng e xemla bûkê heftreng e Haydê rabin dereng e tevda bêjin kî zava Ciwano rabin Yallah govendo hala hala Tevda bêjin maş'Allah de dîsa bêjin kî zava Lêxe diholê lêxe toz û hewarê pêxe Lez bike bûkê bi rê xe tevda bêje kî zava !

Bêjebêje © 2015-2024