the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Kurd in Serbilind in

Kurd in serbilindin, naxwazin bindest Azadîxwaz in divên tim serbest Kurdistana me ye l’bin destê dijmin Bi roz û rêzanî divê em derxin Êdî em hestan Nîne rawestan Xencer bi destan Divên Kurdistan Kurd in serbilindin, naxwazin bindest Azadîxwaz in divên tim serbest Gelek xoş û rind e pak û serbilind e Tev bajar û gund e gelek dewlemend e Êriş e êriş Ey gelê Kurdan Divê em bigrin Bizor Kurdistan Da zêncîr bişkên derkevin meydan Bigrin em tola Kurd û Kurdistan Kurd şêr e li dijmin, zêncîr li mil pêçan Gernas û mêrxas e,lê teng bûye meydan Dijmin pê da ser, divê herin şer Bi zor derxin der, bigrin Kurdistan Helbest: Cîgerxwîn Muzîk: Şêxo (Ji bo bîranîna Cîgerxwîn – 1985)

Bêjebêje © 2015-2024