the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Namûs e Rabin

Sorgul ji baxê ciwanim weşîn Bilbil li şaxê umrêm dikin şîn Hêstir ji çavêm xuşîn û meşîn Hevalno rabin xortên Kurdistan Dijmin tev girtin ev bax û bistan (Dîsgotin) Çendi bilind im serê min sar e Cobar ji çavêm xweş têne xwar e Sîh sale deng û qîr û hawar e (Dîsgotin) Kûr kûr menale em tev biriştin Qurban metirse va em gihiştin Yan ew te bigrin, yan bêne kuştin (Dîsgotin) Helbest: Cîgerxwîn Muzîk: Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024