the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Nizanim

Xeyda ji min xeyidye Rû sar û pir cemidye Li ser wê ez dikalim Wekû bilbil dinalim Tenê dibê nizanim Nizanim ez nizanim Nizanim ez nizanim hevalo Dibê dûrî min here Te yek diye ji xwe re Ez û tu bûne dijmin Êdi bes were cem min Tenê dibê nizanim Nizanim ez nizanim Nizanim ez nizanim hevalo Go yekê pozbilind e Gelek delal û rind e Bê xwedî û xwedan e Navê wê Kurdistan e Me go rast e dizanin Dizanin em dizanin Dizanin em dizanin hevalo Min go: bêje kiye ev Li ser dibêm roj û şev Go: min çi jê ye heyran Hûn pîroz bin ji bo hev Tenê dibê nizanim Nizanim ez nizanim Nizanim ez nizanim hevalo Tu tim li ser dibêjî Pir ronîkan dirêjî Wê zor daye girînê Çav sor bûyê ji xwînê Min go qurban dizanin Dizanin em dizanin Dizanin em dizanin hevalo Min ew da ber milê xwe Min pê xweşkir dilê xwe Bi qurbana te Seyda Navê te kirye Xeyda Dizanim ez dizanim Dizanim ez dizanim Dizanim ez dizanim hevalo Helbest : Cîgerxwîn (Ji bo bîranîna Cîgerxwîn – 1985)

Bêjebêje © 2015-2024