the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Pîr û Kal im

Pir û kal im, kûr kûr dinalim Ey evîna min were roniya min were… Dilbijê bejna delal im, nazenîna min were Ez dibêm dîsa ciwan im, tihniye ava heyat Sebr û male tim li balê, Ken-şîrîna min were… Ez di bin barê xemanda, hesreta welatê xweda Pişt şikesti xwar û xûz, xwar û xûz Hêstira van herd û çavan, ronika van herd û çavan Xemrevina min were, de were dilbera min were Kengi Mem û Zîn dikari, ragiri Birca belek? Ez di zindanê dinalim, jin û Zîna min were… Dewara jin û evinê, aferina derd û kûl Dil di benda zulfê tarî, dilrevîna min were,… Din û bêdin bûme îro, ez di benda dilberê Gawira bêdin û xwînxwar, ka bi dîna min were… Album: Prangalar – 1994

Bêjebêje © 2015-2024