the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Sêvê

Di baxê jînê sêvek gihaye, aax şêrin û tal e Ji şewq û vînê sebra’m nemaye, aax heşê’m li bale Min dest dirêjkir ser şax û kate, ax me bi zor anî Ev sêv li ser min gelek biha tê, ax kes pê nizanî Ev sêv çi sêvê ne wek tû sêva, ax ne tirş û xave Me bi zor ani gihande lêva, ax çi şewq û tave Xweşi giha dil, dil pê nexweş bu, ax ji ber me ta girt Şêrîn şekir bû çiqasî xweş bû, ax dilê me dagirt Dostên te pir bûn hawir xebat e, ax qêrin û nalîn Kes dil weki min arzan neda te, ax lew bûm Cîgerxwîn Bayê ji biska te ez revandim, ax rengê kelemper Derya evînê bi xwe gihandim, ax ez jê neçûm der Ê ko evîna sêvê kedi dil, ax divê ne pirsi Sêv nayê destan bê derd û bê kul, ax divê ne tirsi Tehlî nebênî xortê evîndar, ax naxwî tu şêrîn Pir kes di vê rê dil bun birîndar, ax bûne Cîgerxwîn Helbest : Cîgerxwîn Muzîk : Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024