the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Şoreş

Şoreş destpêkir qêrin û gurmîn Gulle barandin li hawir xurmîn Li jor Firoke li jêr tang û top Ji xwînê sor bûn hemî der û şop Lê Kurdên gêrnas ketin ser çiya Dixwazin bigrin axa Midiya Naxwazin bimrin reben û bindest Lê divên bijin azad û serbest Li hawîr şewat li hawîr kuştin Di nav welat da tiştek nehiştin Hemi şewitîn dar û ber û rez Dane ber lingan dexl û dan û pez Em tev tên kuştin ne suc û sebeb Ji me çi dixwazin Tirk, Fars û Ereb? Heqê mirovan ji wan dixwazim Çima nadin me bê şer û gazin Gelên Kurd û Tirk bira ne wek hev Stranên dostî bibêjin em tev Doza me tevan bibî azadî Bi hevra rûnin xweş û dilşadî Gelên Kurd û Tirk bira ne wek hev Stranên dostî bibêjin em tev Helbest: Cîgerxwîn Muzîk: Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024