the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ozan Şêxo

Xabûrê

Ey Xabûr Xabûr ey Xabûr Xabûr Wek daxwaza min pir dirêj û kûr Kêferata te xum xum û lew lew Nayên bira te ne razan ne xew Nayên bira te ne razan ne xew, ne razan ne xew Herdem dinalîbi qîrîn bi gazî Lê kes nizanî ka çi dixwazî Armanca teye xurtî pêşveçun Cîhê te tenge divê firehbûn Cîhê te tenge divê firehbun, divê firehbun Pêlan didî xwe, qîr û feryad î Te jî wekî min divê azadî Singa vê erdê te çirand bi zor Nizanim çima tu naçî berjor? Nizanim çima tu naçî berjor, tu naçî berjor? Xwezka min bi te bê derd û bê kul Diji bi şadi bê meji û dil Tuji weki min ger bibuna Kurd Ev xurtiya te dibe kul û derd Ev xurtiya te dibe kul û derd, dibe kul û derd Helbest : Cîgerxwîn Muzîk: Şêxo

Bêjebêje © 2015-2024