the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Paşayê Efo

Girîyê Saz

Qîzika delal çi rûniştî tu melûl Ev sazê xwe te daniye ji xwe dûr Tu fikirî bend ji xweş nabe tu melûl Bêje dibe dibê huba te bûyî qûl Bêje çenê taxme nema dilê te Heger zef e pir giran e derdê te Ax bira bêje bilûbîne sazê te Oy çi bedew wax melûl e dilê te Wê saz hilda ax saz da ber singê xwe Ser saza şand tiliyê bazike şûşe Bû zingîna sîmêd saz destê nazikê Ez bê sewda çûm rûniştim kêlekê Sîmê saz zar hilda û xeberda Go dil ketiye nazikê, tune li rû erdê Hêsir barî ji çavê di reşe terî Mi go bes e, bedew bes e binalî Ew zivirî ax wê berê xwe da min Go pey hubê ra nikarim nezarim Min dûr here tu min tenê bihêle Dilê minê hela zafî binale Min dûr here tu min tenê bihêle Ax sazê min ê hela zafî binale

Bêjebêje © 2015-2024