the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Paşayê Efo

Lê Nazikê

Lê nazikê nazdarê, yar yar yar yaman Gerdengazê kubarê, yar yar yar yaman Çavê zelal karbarê, dilo dilo dilo can Lê nazikê nazdarê, yar yar yar yaman Tu gul gula biharê, edlê yeman lê yaman Têr nabim ji dîndarê, dilo dilo dilo can Lê nazikê nazdarê, yar yar yar yaman Go bide wê xeberê, edlê yeman lê yaman Huba dilê min serê, dilo dilo dilo can Nazikê naziya meke, yar yar yar yaman Huba dilê min gelek e, yar yar yar yaman Huba dilan bîr neke, dilo dilo dilo can Dilê min xirab neke, dilo dilo dilo can Nazikê naziya meke, yar yar yar yaman Soz qirarê me yek e, yar yaman yar yaman Huba dila bîr neke, dilo dilo dilo can Lê nazikê nazdarê, yar yaman, yar yaman Tu gul gula biharê, yar yaman, yar yaman Têr nabim ji dîndarê, dilo dilo dilo can

Bêjebêje © 2015-2024