a photo of Pervîn Çakar

Pervîn Çakar

Ruhê Min Teyr e

Esman nolî çavê yarê Ketiye nava ruhê min Û xişîna belgên darê Kilama ber guhê min Cewa zivîn, kember şirik Zarîn e ber lingê min Tava zêrîn bi hêrs û rik Sor kir gula rengê min Ser milê min bûne stêyr Minminikên biharê Û ruhê min firî tev teyr Û ji erşan nayê xwarê Nîşe: Ji Stranên Fikri Kutlay

Bêjebêje © 2015-2024