the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Piranî

Kejê

Kejê tu kej î lê wele bîle tu kej î Çokê min şikestin lê, xweşik çû mala xwe jî Qesetê mi şikênand lê, xweşik çû mala xwe jî Keja li elwandî wek dims û rûnê helandî Keja li elwandî lê dims û rûnê helandî Çavê dê û bavê lê dilê min jê tewandî Gurçik xera kir lê kezeb pê ra kewandî Kejê tu kej î lê, wele bîle tu kej î Pişta min şikênandin lê te ez kirim ta û derzî Destê xwe bi mi de dakevim vî rezî Kejê bi kejî ye lê xwediya çarde gulî ye Porê zêrê zer lê xwe berda pêş eniyê Min û keja xwe li ber kaniyê hevdu diye Kejê te çi kir lê qutikê Şamê li xwe kir Xemla heft bûka lê te li bejn û bala xwe kir Mala cahila lê te ji binî de xera kir

Bêjebêje © 2015-2024