the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Piranî

Nizanî

Bilê mi go îro mi yarî kir, lê te yarî kir Mi rabû teşîka ava xwe li pî kir Ya govenda qîz û xorta minê girt û bi nîvî kir Bazê dila li mi qelibî, ramûsanek ji min hêvî kir Minê çi qasî ji bav û birê xwe fedî kir Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim Bav û birayê minê diçûn cem hakîmê gundê wê me gilî kir Hakimê gundê me cahil bû derdê dila dîbû Ji bav û birê min û digo hadê siktir qîz û xort bûn cahilî kir Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim Xweziya minê par vî çaxî Minê pala xwe dabû xesûwê Min ê serê xwe danîbû ser çonga baldûzê Minê carna destê xwe davêtî sing û berê qîzê Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim Mi go îro gundê me yê bişewite Gundê fila û bisilmana Bira Xwedê topekî lêxe lê ji ezmana Çawa cîran bûne dijminê van cîrana Mihebetiya xelqê dewam dikir salan û bi mehan Mihebetiya min û bazê dila bû pizirka serê zaran û zimana Nizanî tu dîn e kuramo, ez nemînim Gewra mi mere mere mere lê fîstanê xwe bib here Min te dîtibû ji pencerê lê, keçko eyb e ji te re Wez te dibînim ji pencerê lê, keçko eyb e ji te re De wer de wer de wer wer, serî sor û binî zer Wê ji govendê derkev der lê, wez ramîsim çavê zer Heylo lawo lawîno lo, bextê reşo derewîno Te ji kur memikê min dî lo, tej kur memikê min dî lo De wer de wer de wer wer, serî sor û binî zer Wê ji govendê derkev der, lê wez ramûsim çavê zer Wele bîle mi diye lê, ser sor in kok spî ye Hinarê Rihayê ye ma, du sêvê Helebî ye De wer de wer de wer wer, serî sor û binî zer Wê ji govendê derkev der, lê wez ramîsim çavê zer Qeymaxê gamêşê ye lê, mîna gula bi bîn in Heger ez carek bixwim lo, kuro çiqa şîrîn in De wer de wer de wer wer, serî sor û binî zer Wê ji govendê derkev der, lê wez ramûsim çavê zer

Bêjebêje © 2015-2024