Pirwaz Hissên
Aşiq Mebe
Aşiq mebe be çawî min
Dillim mallî xem û jan e
Hengaw menê bo hewarim
Rêgam dirrik û biyaban e
Dillî pakit be min mede
Çiroy 'umrit mejakêne
Be rûmewe pêmekene
Razî dillit medirkêne
Ger netwanim be to bigem
Rêga nadem xoşit biwêm
To bê xeber le halî min
Legel janî dilma edwêy
De lêm gerê, ba tenha bim
Tenhayî bo min jiyan e
Çît lêm ewê ke dembînî
Çawim wa nuqmî giryan e