Qadir Dîlan
Firîşte
By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor
Rûmetî wek gulî bê gerd
Zulfî xaw, awrîşmêkî zerd
Çawî kal, egerçî nerme
Belam nîgay hêcgar germ e
Rûmetî wek gulî bê gerd
Zulfî xaw, awrîşmêkî zerd
Çawî kal, egerçî nerme
Belam nîgay hêcgar germ e
Balay wa demkî, wa teng
Endamî awa, şox û şeng
Wa dîyare min nemdîwe
Lew çeşne bejin yekem e
Balay wa demkî, wa teng
Endamî awa, şox û şeng
Wa dîyare min nemdîwe
Lew çeşne bejin yekem e
Lew renge kulmî, geş û al
Le melêkî wa, ciwan û kal
Ciwanêke tak, wek firîşte
Ew wesfî min, zor dirîşt e
Min her ewendem le dest dê
Ke dêt wek kew, têper debê
Pêşkeşî kem yek henase
Pir le peristin le tase
Min her ewendem le dest dê
Ke dêt wek kew, têper debê
Pêşkeşî kem yek henase
Pir le peristin le tase