a photo of Qadir Dîlan

Qadir Dîlan

Qij Kalî Lêw Alî

Qij kalî lêw alî, pirşingî nîga kal Qij kalî lêw alî, pirşingî nîga kal Ey kiçe ciwanekey, sergona nextêk al Ey kiçe mangekey, bedengî çipe dû Gendemûy demû çaw meçek helnegirtû Ey endam wirdîley nermoley êsik sûk Ey bergî sakarit dilgîrtir le hî bûk Kaniyekî rûnî ber trîfey mangeşew Le binyîa bilerzê mirwarî zîx û çew Ciwantire lelay min, le deriyay bê sinûr Şepolî bate ber tîşkî roj, şilp û hûr Qij kalî lêw alî, pirşingî nîga kal Qij kalî lêw alî, pirşingî nîga kal Ey kiçe ciwanekey, sergona nextêk al

Bêjebêje © 2015-2024