the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Qadîr Kaban

Cade çol û sêber bû

Cade çol û sêber bû, katî beyanî Eroyştim xeyalawî emriwanî Bo sewzayî dewr û piştim, bo asman Bo şaxî berz, xanûy taze, dinyay ciwan Eroyştim be espayî kiş û mat Laş e sist û dil keylî tase û awat Le pirr, nazanim çon serim helbirî Beramberim bejnêk derkewt, wek perî Le gel ewey le ebawe ala bû Le dîmenî, şîrînî aşkira bû Bala berz û biçkole pê û êskerpîn Gorewî û pûz sift û spî û awrîşmîn Eroyîm û dizey nîgam car carê Le jêr ebay reşa eydî nazdarê Be rewtî kew, lencey tawis û qumrî Gurc gurc, ciwan ciwan, ehat û cadey ebrî Ma bûy bigate astim çend hengawê Dirzê kewte peçe û dîm nîgay çawê Dest û pence û meçekêk û nîgaye Çî binûsim? xwaye hêzî înşaye Qol û meçek saf û spî wek şûşe Ser pencekan yaqûtêk bûn be wirşe Bêyne ser çaw: çawêk, bilêm çi çawêk? Kanyî sîhir, deryay îşew e, gêjdawêk Ke wa kewte ber şepolî hestî min Lew rojewe her nûqim ebê berew bin

Bêjebêje © 2015-2024