the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Qadîr Kaban

Çawî Rwanî Bê Huda

Hemû rojê leber seyrî bitî ew bejn û ballaye Leser rêy da dewestim min, heta ku awî pê daye Be dû çawê ke şewqî çawerrwanî eytirukênê Be dû çawê ke sirrî qullî lawêtî edirkênê Serincî rê edem, rêga, hemû şêwey ewî tiyaye Weku dinya le naw ciwanî ewa tiwabêtewe waye Şiney ba, basî ciwanî ew be gwêy min da eçirpênê Hemû der kewtinî şoxê dillî min da exurpênê Bellam xurpey tewawî dill legel hengawî ewdaye Ke sertapa le awazî beheştî xwawe peydaye Bellê katê ke ew der kewt, îtir min bê ser û şwênim Be tîşkî xorî ciwanî ew, be carê qullip eda xwênim Weku çon newnemamê, gerdelul eybat û eyhênê Leşim mûçirrkî dilldarî weha naxî ebizwênê Ehmed herdî

Bêjebêje © 2015-2024