the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Qasim Taşdoxan

Nav Şêrîna Min

tu hatî navşêrîn a min evîn û xemrevîna min were xweşke birîna min bi xemla xwe tu wek zîn î şepal û şeng û şêrîn î ji dozê ra tu durbîn î bi dildara xwe pir rind î bi rûheyv û şekerxendî di vê rê da hunermend î ji min can û ceger kuştin dil û mêlak hemî mijtin tijî tîr û ber û xistin bese ev jîna berbatî bese ey dilber û gawir nebarîne li min awir te can û dil kirin agir xerab hatin vê meyxanê me mey da ehmedê xanê cizirê te kirî fincanê hezar û sed evîndar in di vê rê da birîndar in bi qêrîn û bi hawar in cegerxwîn bes bike forta te dil da ber şûv û rota tu pîr î lê wekî xorta bi xwe kohê ereratê *Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024