the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Qasim Taşdoxan

Ger tu jê bikî striyan Yek bi yek ji laşê gulan Wê xwîn bibe yek bi yek Dewsa wan striyan Ku wek biharek bihesibînî Dewsa wan striyan Wê deverek xwîn bibe Li Kurdistanê Navbera Mûş - Tetwanê Bawer bikî ji dewletê û ji gulan Wê rêbir xwîn bibin Wê leşkerên xirabxemlîn xwîn bibin Tu delalek belg tirş a havînê Ku xwe bişo bi avê Narinc wê biêşên titûn wê fedî bike Û hêjîr wê xwîn bibin Di rêkî de em diçin dest li desta Ger ku di wê rê de tu westa Wê xwîn bibin mûşan û siltan Wê xwîn bibin darûlbedaî Li Kurdistanê Navbera Mûş - Tetwanê Bawer bikî ji dewletê û ji gulan Wê rêbir xwîn bibin Wê leşkerên xirabxemlîn xwîn bibin Di rêya Mûş - Tetwanê de rojek Ka çi ye ji bo te şevek Li wir her tim giya Li wir her tim xama xwîn dibin Di rêkekî de em dimeşin dest li desta Ku tu mezin bibî pê da û pê da Di hindirê min de deverek xwîn dibe Û deverek rawestiya Li Kurdistanê Navbera Mûş - Tetwanê Bawer bikî ji dewletê û ji gulan Wê rêbir xwîn bibin Wê leşkerên xirabxemlîn xwîn bibin *Çavkanî: Ji ber dengê wî hate deşîfrekirin

Bêjebêje © 2015-2024