Qasim Taşdoxan
Vîna Sor
Tariyeke reş û qîr
Hil dibe dîsa bi şûr
Xwe'b mirinê xemiland
Nevîçirkê Asya dûr
Lê jê re bêjin ku
Dara jiyanê şîn e
Ava wê tê ji evîn e
Rê bernade vîna sor
Nemre tu jî bibîne
Li ser hespên hesinî
Siwar bûne ew genî
Nizam Xwe çi d'hesibin
Efendî yan ezbenî
Lê jê re bêjin ku
Dara jiyanê şîn e
Ava wê tê ji evîn e
Rê bernade vîna sor
Nemre tu jî bibîne