the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Qasim Taşdoxan

Xem Neke

rojek dibe ez û tu, veqetin ji hevdu demên ku b'te re jiyan, emrekî bes e ji min re, emrekî bes e wek stêrkî li ezman dûr bikevî ji min di xewn û xiyalan da ez ê bigihijim te tim, ez ê bigihijim te tim tu xeber negirim ji te, bawer im ji evîna te keser nexe dilê xwe, xem neke dildara min xem neke, xem neke dildara min, xem neke kê dizane l' ku derê li kîjan çiyayî ye di çirûskên tariyê da wek stêrkî li ezman wek siya bin ewran li te digerim ezman bila bibên şehîd bû, dijî tim dilê min da, dijî tim dilê min da tu xeber negirim ji te, bawer im ji evîna te keser nexe dilê xwe, xem neke dildara min xem neke, xem neke dildara min, xem neke *Deşîfrekirin: R. X

Bêjebêje © 2015-2024