Rafîq Çalak
Newroz
Cejne cejnî kurdistan e, cejnî newroz e
Be tîşkî agir enûsim cejne pîroz e
Çawigî, agir hêz û giyanime
Bawerî berzî kurdistanime
Seyrî ken, seyrî ken
Şax û deşt û şar û gund im tawî senduwe
Gorrî mergî dujminanim lê hellkenduwe
Pirr be deng bang ekem serbestîm ewê
Kurdistanim cêy şêran e ebê serkewê
Mayey şanazîme bisûtêm û nemênim
Be rûnakî leşim perdey şew edrrênim
Rojî azadî ye nek zebûnî ye
Ey minîş wek gelan mafim bo nîye?
Boçî tawan e eger dîlî kes nebim
Ya pilîşawey jêr heres nebim?
Şert e eger waye bisûtêm û nemênim
Ta kû be xwên mafî kurdistanim esênim
Cerg esûtê û bo pirûzîge ye asman
Ta le êwe aşkira bê ey hemû cîhan
Mêjûman çen zuhak û marî xiste çall
Çen kesî kird be gull bo beharî sall
Honrawe: şewnim