Raperîn
Çawa
Çawa bikarim bigêhim te
Ger buhştî
Ji min re bêje
Da ku dua ji hemû
Xwedayan bikim
Ger dojehî
Ji min re bêje
Da ku dunyayê
Bi gunihan dagirim
Ger dojehî
Ji min re bêje
Da ku dunyayê
Bi gunihan dagirim
Çawa bigêhim te
Ger welatekî dagirkirî yî
Da ku bo te alayekê
Ji çermê xwe bidûrim
Ger dojehî
Ji min re bêje
Da ku dunyayê
Bi gunihan dagirim
Ger dojehî
Ji min re bêje
Da ku dunyayê
Bi gunihan dagirim
Ger weke min, penaber î
Sînorekî li dor min bikêşe
Û ji xwe re bike welat
Lê bêje çawa ...
Bigihêm te