a photo of Raperîn

Raperîn

Dil Bi Xwe Re Bir Çû

Li bin darê li ber avê Gîha li me dide navê Ew kenê li bin xunavê Te bi xwe re bîr çû Rabe bes e were dînê Nav û dil bes bihelîne Çi bîranînên li vir hebûn Te bi xwe re bir çû Ew lîstikên li kolanan Hêjandina li hêlanan Fedîkirina li ber dîlanan Te bi xwe re bir çû (Dîsgotin) Min dixwest bêjîm hevalê Ji te hez dikim delalê Tu reviya wek xezalê Dil bi xwe re bir çû (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024