a photo of Raperîn

Raperîn

Lorîna Roboskî

Wan di rê de bûn Bo kirîna nanê xwe Pêxwas û gelek ji wan zarok bûn Dicemidî bûn wan li ser hêstiran Balafirên Tirk bombe barankirin li serê wan perçe perçe bûn termê wan dîrok şaş bû xwîn mîna golavê bû dem dema bigrîn bigrîn bigrîn Bê girîn û bê qîrîn mirin bê gorê û birçî mirin, mirin, mirin dinya dît mirîna wan lê deng ji kesî derneket, derneket, derneket Dîsa mîna Helepçe, wekî Dêrsîmê bû dîsa tenê mirin mafê Kurdan bû û ew roj mirina mirovatiyê bû lê kes şîna wê negirt bê girî û bê qîrîn mirin, mirin,mirin

Bêjebêje © 2015-2024