Rêbin Serbest
Dilî Min
Dllim ber le nasînî to
şanşînê bû wêrane
yasa û desturî darrêjraw
le eşk û xemî zemane
bellam legell hatnî to
ewînt serapa gorrî
herçî zam û hesret heye
be sozî dllî xot şorî
îtir dllim çon bitwanê
wek taqane lêt nerrwanê
ke to roht be berya kird
buyte çray dîwe xanê
ger cîhan hemû bwestin
leber ew îşqe pirr soyet
rohîşm derken bê guman
dllim her alludey toye
boye azîz heta mawm
murîdî xaneqaketim
rûnakî somay dûçawm
tîmarî cestey şeketim