the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Rênçber Ezîz

Lo Halê Min

Lo halê min halê min, gelo çî be halê min Lo halê min halê min, gelo çî be halê min Dîjmîn her roj dîkujî, çar pênc heb hevalê min Dîjmîn her roj dîkujî, çar pênc heb hevalê min Şer dikim, qet nawestim dîsa jî ne serbestim Şer dikim, qet nawestim dîsa jî ne serbestim Çend sed salê bin destim, way halê min halê min, gelo çî be halê min Çend sed salê bin destim, way halê min halê min, gelo çî be halê min Lo halê min halê min tune cî ûwarê mi Lo halê min halê min tune cî ûwarê mi Dîjmîn îro dîsa kuşt, çar pênçeb hevalê min Dîjmîn îro dîsa kuşt, çar pênçeb hevalê min Xwarzê min ûxalê min Em perçe perçe bûne, yekîtîya me tune Em perçe perçe bûne, yekîtîya me tune Millet li hev xayîne, way halê min halê min, gelo çî be halê min Millet li hev xayîne, way halê min halê min, gelo çî be halê min Şer dikim cengewarim, birano hun ji werin Şer dikim cengewarim, birano hun ji werin Erdê min tune Rençberim, way halê min halê min, gelo çî be halê min Erdê min tune Rençberim, way halê min halê min, gelo çî be halê min

Bêjebêje © 2015-2024