the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Reqso

Dildar

[Dîsgotin] DILDAR DILDAR (EYY) ×2 DILDAR DILDAR (EYY) ×2 DILDAR DILDAR (EYY) ×2 DILDAR DILDAR (EYY) ×2 Min go weyla dîsa rûda Min go weyla dîsa ra da Gulek bêhn da ax çiqas cuda Ax çiqas cuda qasek şunda Dilê xwe negre were negre Were rastê were were Barê xwe giran neke Hiş û aqil wenda neke Dilê min pak bû daxwazî diyar bû Rêya me beyar bû lê tiştek wenda bû Dilê min pak bû daxwazî diyar bû Nezanim di kurda bû weyla weyla Bawerî nîvco mabû bawerî nîvco mabû Nebêje çima hema fermanek rabû Bahozek rabû ev çawa wisa bû Nebêje çima hema fermanek rabû Bahozek rabû lê ew ya min bû Lê ew ya min bû lê ew ya min. [Dîsgotin] DILDAR DILDAR (EYY) ×2 DILDAR DILDAR (EYY) ×2 DILDAR DILDAR (EYY) ×2 DILDAR DILDAR (EYY) ×2 Maleka bê derî kevokek difirî Evineka rengîn bi hêviyên xemgîn Kulîlka ser darê baran di dil de dibarê Çîrokek xweş bû serê me pê xweş bû Ev dinya pûç e ev dinya pûç e Barê min giran e dil bê sûc e Wek dilopek avê zuha bû li ber tavê Heyla malmîratê kêfa min ji te re hatê Bawerî nîvco mabû bawerî nîvco mabû Nebêje çima hema fermanek rabû Bahozek rabû ev çawa wisa bû Nebêje çima hema fermanek rabû Bahozek rabû lê ew ya min bû Lê ew ya min bû lê ew ya min. *Çavkanî: Kjen Music (li ser YouTube'ê)

Bêjebêje © 2015-2024