the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Reqso

Lêxe

Hiii... Hiii.. Wisaye birayê min wisa ye wisa ye! Bi xwedê yên me betal in birayê min! Bi xwedê bi kerî tiştekî nayên! Bi serê şêxê te kirim eynî wisa ye! Bi xwedê em bela xwedê bi wan re ketine! Erê! Ev çawa çêbû! Wisa ye birayê min wisa ye! Bi xwedê bi kêrî tiştekî nayên! Ev ev çi bû? Heeew! Wisa ye birayê min! Cirnexweş in! Erê! erê! erê! Jixwe hûn ji me kêm bûn haa! Betal in betal in birayê min! Eynî wisa ye! Bi xwedê bi kêrî tiştekî nayên birayê min! Mala minê ji we re! Mala mine ji we re! Eee.. Betalî xweş e!? Çi ye? Çi ye? Çi ye? Ev çi bû dîsa? Heeew! Ji bo xatirê xatiran, bes bikin birrebir de êdî bes heeew! Ji çar aliyan ve kom û kuflet, ev çawa çêbû li serê me De ka îcar xwe bidin alî, rêya me vekin heeey! Roja me dilgeş e nesekine biguvêşe lêxe Ji vir ve lêxe were nêzîk be deng! deng! deng! Fedî neke rahêjê lêx! lêx! lêx! ha wisa ha! Were were ba min wekî din nayê qîma min Tiştên eletewşo me kir, bû tirşo mirşo Zaro maro bê malo kes nabêje ev çi halo Rêça we ne rêç e hûn çi bikin jî hîç e Werhasil û merhasil devoka toriya şêrîn e Min go wilo neka kuro wilo neka! [Dîsgotin] [×2] KÎ ÇI DIBÊJE BILA BÊJE LÊXE!!! ÎRO HEYE SIBÊ TUNE YE LÊXE!!! KÊ? ÇI? LI KURÊ? KENGÊ? ÇAWA? LÊXE!!! JI DIL Û CAN LÊXE JI KEZEBÊ LÊXE LÊX LÊX LÊX Eee.. Zarokno ji kerema xwe qadê vala bikin! ee.. Binêr bela xwe nedine kesî haa! Hii? Hii gotî quzilqurt hii gotî quzilqurt! Ji kerema xwe xwe ji nav dest û piyan bidin alî! Ev çi ye? Ev çi ye? Zarokno! zarokno! Heyrana çavên we! Bela xwe nedin kesî [Prreaaahh] Awaz aheng deng reng, xwe bidin alî beng! beng! Hewildana bêrêz, ketine dorê rêz bi rêz Hevokên pûç û vala, li ser zimanan dinale weyla! Hewcedarî xweliya heft gundan li ser serê we dibarî Birûskên nava dilan dipişkivin ji dev û lêvan Qada cenga mêran dibiriqe ji alî û hêlan Tu pişta xwe bide dîwar, binêr hişş neke qêrîn û hawar, wey! Dev jê berde were dest bi dest, dest pêke biherike hest pêke wey! Mizgînî daxuyanî bieliqîne xwe neewiqîne Şêwaza me tar û mar dike û.. û.. dipelixîne Dengê we tê ji poxana, hun bûne bela strana Ji we nayê û li we nayê, gelo hun çima digirin dîlana? Pêşî guhdar bike (Bike) Dûre ava bike (Bike) Hinek xweş bike (Bike) Wisa pêşkeş bike (Bike) Dinya dizivire zeman dikizire Tu bêjî jî nebêjî jî serê wan ne hevîr e Kuro law wek mîna kevir e! [Dîsgotin] [×2] KÎ ÇI DIBÊJE BILA BÊJE LÊXE!!! ÎRO HEYE SIBÊ TUNE YE LÊXE!!! KÊ? ÇI? LI KURÊ? KENGÊ? ÇAWA? LÊXE!!! JI DIL Û CAN LÊXE JI KEZEBÊ LÊXE LÊX LÊX LÊX

Bêjebêje © 2015-2024